Ap û biraziyekî xwe di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan

Ap û biraziyekî xwe di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan

Nov 29 2023

Termê 2 koçberên kurd yên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li daristanên Bulgariya hatin dîtin.

Her yek ji Arif Tacdo Tahir û Mihemed Izedîn Tahir, beriya çend rojan bi armanca ku xwe bighînin welatên Ewropî, Ji Turkiyê derketibûn û di rê de peywendî bi wan re hatibû birîn, îro jî mirî hatin dîtin.

Izedîn Tahir bavê ciwanê bi navê Mihemed, ji ARKê re behsa hûrguliyan kir û got: "Di 16ê Mijdarê de kurê min û birayê min Arif ji Turkiyê berev Ewropa derketin, lê ew di daristanên Sirbiya de asê man, îro jî li daristanên Bulgariya hatin dîtin".

Serbar kir: "Li gor dawîn zaniyariyên ne tekezkirî ku bi dest me ketine, ew ji aliyê polîsên Sirbiya ve hatibûn girtin, ta niha sedema mirina wan ne diyar e"

Da zanîn: Em li benda dadweriya şerî ya Bulgariya ne da ku sidemên mirinê diyar bike.

Ji ber rewşên ewlehî û jiyanê yên zehmet, pêla koçberiyê berdewam e, rojane bi dehan ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin welatên Ewropî, di rê de jî rastî hemû curên metirsiyan tên û hin jî jiyana xwe ji dest didin.

237