Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek belav kir

Jan 01 2019

ARK NEWS .. Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê xistina rêjîma Sûriyê navê birêz Mesrûr Barzanî rawêjkarê Ençûmena Asayîşa H. Kurdistanê, û berbijêrê PDKê ji bo serokatiya hikûmeta H. Kurdistanê di nav listeya terorî de belav kir .

Di daxuyaniya duh 31 Berçileya 2018an ya ENKSê de hatiye : Desteya bi navê Dijî Sextekirina Pereyan, û Perepêdana Terorê ya ser bi rêjîma Sûriyê ve lîsteyek tê de hijmarek ji kesayetî û keyan ku piştgiriya terorê dikin ragihandiye, cihê seyr û matmayî ye ku navê birêz Mesrûr Barzanî rawêjkarê Ençûmena Asayîşa H. Kurdistanê di nav wan navan de bû .

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê herwiha daye zanîn : Xistina navê birêz Barzanî di nav wê lîsteyê de dide xuyakirin ku tu bingeh û biname ji wê desteyê re tune ye, bi tenê ew deste kar ser ragihandina nûçeyên nerast û sexte, û veşartî dike . Hemû rola serpirştiyar û serkirdayetiya H.Kurdistanê naxasim birêz Mesrûr Berzanî di şerê terorê de, û dûrxistina terorê wek hevalbendekî çalak di Hevpeymaniya Navdewletî de ya dijî terorê de dizanin, ku ew yek ji aliyê cîhanê ve danpêdan pê hat kirin ku berevaniyê di ber mirovahiyê de û parastina wê de dikin, û ew şofînî jî baş dizanin .

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bal kişandiye wê yekê ku derdora 250 hezar yên ji dojeh û terora Sûriyê reviyane li H. Kurdistanê bi cî bûne, û bi aştî û aramî dijîn û serokatiya H.Kurdisatanê ku birêz Mesrûr Barzanî yek ji wane guhdanê didin wan kesên ku ji Sûriyê reviyane .

ENKSê serbar dike ku di çarçoveya salên borî ji şerê Sûriyê herdem serokatiya H. Kurdistanê bi rêyên siyasî û aştiyane re bû, û cihê rûmetê ye bû ku bi gelê Sûriyê di astengiya wê de rawestiya, herwiha bi gelê kurd, û berevanî di ber mafê wan yên netewê û rewayî de dikir .

Di dawiya daxuyaniya xwe de Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ameje pê kiriye : Tometkirina rêjîma Sûriyê ji bo birêz Mesrûr Barzanî tu carî ji qedir û rola wî ya serokatî û mirovî û rola Herêma Kurdistanê kêm nake, berovajî wê yekê rêz û hurmeta wan li cem azadîxwazan û kesên birûmet, û her kesekî di rûyê teror û kiryar û binpêkirinên wan de rawestiyane zêde û bihêztir dibe .

Ş.E


676