Çekdarên Semerqend bacan li ser çotkarên kurd disepînin
ARK NEWS... Çekdarên bi navê Semerqend li çend gundên navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê, bac li ser berhemên pelên mêwan sepandine, û zeviyên kurdên derbider û penaber bi temamî desteser kirine.
Li gorî rêxistina mafê mirovan li Efrînê ragihandiye ku çekdarên Semerqend li her yek ji gundê Dela, Remedana, Rûta, Hec Qasma, Hec Hesna, û Mist Aşûra gujmê 400 lîreyên sûrî li ser her mêw yan şitlekî pelên mêwan sepandine, û rê nadin çotkarên kurd biçin nav zeviyên xwe bê ku bacê bidin.
Heman rêxistinê da zanîn ku derbarê zeviyên derbiderên li Şehbayê bi temamî hatine desteserkirin bi buhaneya ew derbider bi ser PYDê ve ne.
Ji aliyê xwe jêderêek taybet ji ARKê re ragihand ku li navbenda navçeya Şiyê û gundên di bin destê çekdarên Emşat de rêjeya 15 ji sedî li ser berhemên pelên mêwan hatiye sepandin.
Ş.E
485
