
Efrîn... Welatiyek di gola Meydankê de bin av bû
May 16 2021
ARK NEWS... Li bendava Meydankê ya herêma Efrînê, ciwanekî 17 salî bin av û jiyaba xwe ji dest da.
Jêderên xwecihî ji Efrînê dane zanîn ku li bendava Meydankê ciwanekî ereb bi navê Fedil Ebdulkerîm dema avjenî dikir bin av bû, di encamê de jiyana xwe ji dest da. Heman jêderan anîn ziman ku ciwanê navbûrî ji gunêd Kefir Naha yê Helebê ye, û bi rekez ereb e.
Salane bi dehan rewşên binavbûnê li gola Meydanê têne encamdan, ji ber ava xwe gelekî kûr e, û kesekî di avjeniyê de ne zîrek be bin av dibe.
Ş.E
417