10 kesên din li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketin

10 kesên din li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketin

May 21 2020

ARK NEWS... Jêderên fermî îro 21ê Gulana 2020, ragihandin ku deh rewşên bi koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Jêderan ameje pê kirin ku 5 rewş li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin. Dane zanîn jî: 5 rewşên din li Silêmaniyê ne.

Duh jî bi dehan kes bi koronayê ketibûn.

Bi wê yekê amar wiha ne: 452 nexweşên koronayê hatine tomarkirin, 385 kes ji wan çê bûne, 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ş.E

486