Elmaniya.. PDK-S û PDK jimareyek mijarên giring gotûbêj kirin

Elmaniya.. PDK-S û PDK jimareyek mijarên giring gotûbêj kirin

Mar 03 2024

Li bajarê îsin yê Elmaniyayê Rêxistins Ewropa ya Partiya Demokrat Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi serkirdayetiya şaxê Şeşan/ Ewropa ya Partiya Demoqrat Kurdistan PDK re civiya.

Di civînê de herdu alian rewşa siyasî li Kurdistanê û deverê, û pîlanên li dijî Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Herweha herdu alî pilana kar ya hevbeş navbera herdu partiyan li Ewropa ji bo xizmeta doza Kurdî û hin mijarên din bi taybetî xizmeta revenda Kurdî li Ewropa û Emerîka gengeşe kirin.

Şanda PDK-S bi serokatiya Nafih Beyro endamê Polîtbîro û berpirsê Rêxistina Ewropa, û endamtiya Ebdulbasit Hemo endamê Komîta Navendî ya partî bû.

Şanda PDKê bi serokatiya SerhadXefûrî perpirsê şaxê şeşan \ Ewropa, û Segvan Salih berpirsê rêxistina şax û endamên di serrkirdayetiya rêxistinê bû.





219