Misir hoşdariya guhartina demografî li R.Kurdistanê da

Misir hoşdariya guhartina demografî li R.Kurdistanê da

Nov 17 2019

ARK NEWS .. Wezareta derve ya welatê Misirê hoşdariya guhartina demografî li Rojavayê Kurdistanê da , û got ku ev pêngav di berjewendiya Turkiya de ye .

Samih Şukrî Wezîrê Derve yê welatê Misrê di civîna girûpa piçûk de, ku derbarê Sûriyê li Waşinton hate lidarxistin, behsa rewşa Sûriyê bi giştî kir, û bi taybetî dawîn pêşhateyên Rojhlatê Çemê Feratê.

Şukrî hoşdariya guhartina demografî li Rojavayê Kurdistanê da, û got ku ev guhartina demografî, dê bikeve berjewendiya Turkiya de .

241