Dawîn rewşa korona li R.K
ARK NEWS ... Roj bi roj û amarên korona li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe , û ji ber belavbûna zêde ya koronayê li seranserî Rojavayê Kurdistanê , Rêveberiya PYDê qedexeya giştî ya çûnûhatinê bo dema 15 rojan li seranserî Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Derbarê dawîn amarên koronayê li navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê , ku di heyama 24 demijmêrên bûrî di 105 kesên din bi korona ketine , 3 kes canê xwe ji dest dane , û 2 kes jî başbûne .
Desteya Tendirustiyê ya bi ser rêveberiya PYDê ragihand ku bi tomarkirina haletên pêketinê yên nû bi veyrûsa koronayê hejmara giştî ya pêketiyên korona li seranserî Rojavayê Kurdistanê giheştiye 10509 kesan , ji wê hejmarê 1229 kes başbûne , û 392 kesan jî canê xwe ji dest dane .
353
