Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya daxuyaniyek belav kir

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya daxuyaniyek belav kir

Jul 30 2023

ARK NEWS... Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kongira xwe ya sêyem li dar xist, di vê derbarê de Komîta Ragehandinê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya daxuyaniyek belav kir. Naveroka daxuyaniyê ev e:

Li rêkeftî 29-7-2023an li bajarê Qamişlo li hola Efrînê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya siyemîn kongirê xwe li darxist bi amadebûna 52 endaman li hundir û 52 endam ji herdu nûneratiya Ewropa û Herêma kurdistanê di rêya Zoomê re.
Piştî pêşwazî û rawestandina li ser giyanên şehîdên kurd û kurdistanê û sirûda niştimanî Ey reqîb, serokatiya kongir hat hilbijartin.
Li destpêkê serokatiyê çend xal ji bo karê xwe yên sereke destnîşan kir paş re Vîdyoyek belgefilmek li ser kar û barê yekîtiyê di qonaxa bûrî de ji bal mamosta Berzan Hisên ve hat pêşkîş kirin.

Herweha hat pêşniyar kirin ku navê kongir bibe kongirê Endamê Yekîtiyê nemir Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn). ji ber keda wî di warê wejeya Kurdî de.
-Li gotina serokê berê yê yekîtiyê Mamosta Liqman Yûsif ji kongirê bûrî ta yê nû hat guhdarî kirin.
-Çend birûsk û pîrozbahî hatin xwendin ji wan:
-Emer Koçerî-Ferhad Haco-Tevgera xwebûn-Rêzan Şêxo-Hesen Silêvaneyî,Liqê Dihokê û mamosta Reşad Bîco.
-Pêşnûmeya peyrewa navxweyî ji layê komîteya amadekar hat pêşkêş kirin.Sekretêrê Şepêla pêşerojê.
-Rêpêdan û derfet dan ji bo endaman ku pêşniyarên xwe diyar û gengeşe bikin ji bo dengdanê.
Paş re çend xal di peyrewa navxweyî de hatin biryardan li gor dengdanê hatin guherîn:
Yek ji wan biryaran ku şûna herdu şaxên herêma Kurdistanê bibe Nûnertiya Yekîtiyê li Herêma Kurdistanê.
Komîteyek hat hilbijartin ji 6 endaman ji bo xalên hatîn zêde kirin û pejirandin di peyrewa navxweyî de.
-25 endam 5 ji wan ji nûneratiya Ewropa, û sê endam ji bo nûneratiya Herêma kurdistanê.
-Dengdana endamên xwe kandîd kirîn ji bo rêvebiriya nû hatin pejirandin.
Qamişlo 29-7-2023

107