Hejmara nû ya Rojnameya Kurdistan derket
Jul 16 2023
ARK News.. Hejmara nû ya Rojnameya Kurdistan bi herdu beşên xwe yên Kurdî û Erebî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê derket.
Hejmara 708an beşê Erebî û 249an beşê Kurdî ya Rojnameya Kurdistan ku nûçeyên Kurdistanê û deverê li xwe digre, gihişt ber destên xwîneran.
Rûpela yekem ya Rojnameyê pîrozbahiyên Partî û aliyên siyasî bi bûneya lidarxistina kongireya 12an ya PDK-S li xwe digre, herweha hejmara nû behsa dawîn nûçeyên Rojavayê Kudistanê, çalakiyên PDK-S, dawîn pêşhateyên xwecihî û navdewletî dike.
Rojnameya Kurdistan nîv mehaneye, ji aliyê ragihandina PDK-S ve tê weşandin.
137