4 êrîşên Israîlî ji dema derbasbûna mûşekên S-300 hatine pêkanîn
ARK NEWS .. Ji Mijdara sala 2018an ji dema ku mûşekên ji curê S- 300 derbasî Sûriyê bûne 4 caran baregeyên leşkerî piraniya wan li derdora Şama paytexta Sûriyê bûn ji aliyê hêzên Israîlî ve hatine armanckirin, ya herî dawiyê Îna bûrî di 11 Çileya 2019an bû .
Piştî ragihandina derbasbûna hêzên berevaniya esmanî ya Rûsî ji bo Sûriyê çalakiyên esmanî ya Israîlî bi şêweyekî demkî hatin rawistandin, û piştî heyvekê dest bi çalakiyên xwe kirin.
Ji wan çar carên ku Israîlî barageh li Sûriyê kirine armanc êrîşa herî mezin di 29 Mijdara 2018an de bû, û baregehên leşkerî ji Kiswê û Dîmas yên derdora Şamê rastî wê Îrîşê hatin .
Li gor malpera Dîpka ya Israîlî ku ew êrîş mezintirîn êrîş bi mûşekan ji aliyê Israîl ve hatiye pêkanîn tê de mûşekên zevî zevî û curek bi navê Tamuz û Lora hatin bikaranîn, û derdora 75 xulekan berdewam kir û 15 baregehên Pasdarên Îranê û Hizbullah kirin armanc .
Herwiha êrîşa li ser balafirxaneya Şama navdewletî yek ji wan êrîşa ne ku di 9 Berçileya 2018an hate pêkanîn, û ragihandina rêjîma Sûriyê dan bi wê yekê kir, û got ku berevaniya wan bersiva wan êrîşan dane lê piştî demeke kurt ew nûçe reş kir .
Êrîşa siyem ji xaka Lubnanê li ser hin baragehan li Şamê hate tomarkirin û berevaniya Rûsiyê di 25 Berçileya sala bûrî ragihand ku hêzên Israîlî 6 êrîş ji xaka Lubnanê pêkanîne û ragihandina rêjîmê bi tenê got ku baregeha teqemeniyan hatiye armanckirin û 3 ji çekdarên wan birîndar bûne lê cihê wê diyar nekir .
Yekemîn êrîş di slala nû de 2019an di 11 Çileyê de bû tê de 3 baregehên leşkerî li nêzîk Şama paytexta Sûriyê li nexweşxaneya Dariya li Rojavayê Şamê hatine armanckirin ku di wê nexweşxaneyê de embarek mûşekan ser bi fewca 555 hate armanckirin .
Ş.E
540
