Turkiya : Êdî pêwîst nake em operasiyoneke din li Sûriyê encam bidin
ARK NEWS .. Duh Çarşemê 23ê Cotmeha 2019an, Turkiya ragihand, ku êdî pêwîst nake ew operasiyoneke leşkerî ya din li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê encam bide.
Wezareta Berevaniya Turkiyê di daxwuyaniyekê derbarê dawî pêşhateyên girêdayî operasiyona wê ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê de got, ku li gor rekeftina wan bi Emerîka re roja 17 vê mehê, operasiyon ji bo heyama 120 demjimêran hat rawestandin.
Wezaretê got jî ku Emerîka duh ew agahdar kirin ku ”YPG” ji sînorê navçeya aram vekişiye, û ji îro û pê de ew dê bi Rûsiya re kar bikin li gor rêkeftina duh Sêşemê ya Erdogan û Pûtin.
Wezaretê serbar kir, ku piştî wê rekeftinê êdî pêwîst nake ew operasiyoneke din li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê encam bidin.
Di rêkeftina Turkiyê û Rusiya, ya ku li Kazaxistanê hat îmzekirin de hatiye, ku divê ”YPG” di heyama 150 demjimêran de, 30 kîlometran ji sînorê Turkiyê dûrbikeve, û Serê Kaniyê û Girê Sipî wê di bin destê Turkiyê û girûpên çekdar yên opozisiyona Sûriyê de bimîne.
Z. I
914
