Di 4 rojan de çendîn curên binpêkirinan li Efrînê hatine belgekirin
ARK NEWS... Sala 2022yan weke salên bûrî bi binpêkirin, zêdegavî û kiriyarên nemirovî di dermafê kurdên Efrîna Rojavayê Kurdistanê de dest pê kir, ku di çarçoveya 4 rojan de, çendîn curên binpêkirinan ji şer û pevçûnan, revandina kurdan, dizî û desterkirina zeviyan û hin curên din hatine tomarkirin.
Li navçeya Raco li gundê Hecîka çekdarên Polîsîn Leşkerî girtin ser gund û 2 welatî binçav kirin, li navçeya Şêrawa jî çekdarên Feyleq Elşam girtin ser gundê Fafirtînê, û 6 welatî revandin 4 ji wan ji yek malbatê ne tomet her yek e, da ku li hember serbestberdana gujmek pereyan wergirrin.
Ji bilî revandin 8 welatiyên kurd, li rêbenda gundê Hecîler û Til Silûrê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, di encama şer û pevçûnên giran de navbera çekdarên Lîwa Mûhacirîn bi xwe de 8 çekdar mirin û birîndar bûn û rewşeke mitirsîdar û girjî û bêzarî li navçeyê hate afrandin.
Duh jî rêxistina mafê mirovan li Efrînê di raportekê de da zanîn, ku tevî muftiyekî giştî hatiye destnîşankirin ku bi navê Şêx Usame Elrîfaî ye, lê binpêkirin, kiriyar û reftarên nemirovî li herêmê nehatine rawestandin.
Li gorî rêxistinê eşkere kiriye ku çekdarê bi navê Tariq Cûriyê ku bi Ebû Emar tê naskirin, di rêya çekdarekî xwe re, bi navê Ebû Hemze destê xwe danî ser bi dehan hiktraên zeviyên kurdan yên xwediyên wan li gundê Meydankê de mane, û berhemên wan zeviyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Heman jêderê tekez kir ku xwediyên zeviyan, giliyê xwe li cem komîta vegerandina mafan pêşkêş kirin, lê rastî gefên revandin yan sepandina tometa PYDê hatine.
Rêxistin tekez dike ku beriya niha jî çekdarên navbûrî destê xwe danîne ser 40 hiktarên welatiyên kurd yên koçberkirî li Şehba û Helebê.
Ji bilî wê yekê li heman gundî çekdaran bi sedan darên welatiyên kurd birîn û ji xwe re kirin êzing û bazirganî pê kirin.
Ş.E
300
