Îran hebûna xwe li beravên Feratê bi hêztir dike

Îran hebûna xwe li beravên Feratê bi hêztir dike

Jan 16 2019

ARK NEWS .. Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku mêlîsên Îranî li Sûriyê berdewamiyê di berfirehkirina hejmûna xwe li Beravên Feratê dide .

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku li bajarokê Elmeyadîn yê bi ser Dêra Zorê ve mêlîsên ser bi Îranê ve û yên Hizib Elah Yê Lubnanî berdewam mijûlê bi hêzkirin, û berfirehkirina hejmûna xwe ne , û rêgiriyê li derbasbûna tu alîyekî din bo deverên di bin kontirola xwe de didin .

Herweha Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan eşkere kir ku ev liv û tevgerên mêlîsên Îranê li parêzgeha Dêra Zorê ji despêka sala nû ve bi pilan û gûrtir dest pê kir ne.

L.A

351