Rewangeh Sûriyê: Li seranserî Sûriyê amarên Korona zêdetir in
ARK NEWS .. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amarên cuda ji amarên Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê belav dike û dibêje, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine zêdetir in.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine li Şam, Heleb, Laziqiye, Tertûs, Humis, Hema û Derayê zêdetirî 30 kesî ne.
Herweha Rewangehê amaje bi wê da, di meha Çile û Sibatê de hejmarek ji nexweşan gihîştin nexweşxaneyên deverên rêjîma Sûriyê, ku bi îltîhaba sîng ketibûn û ji wan 8 kesan canê xwe jidest dane, lê bijîşkan nekarîn tekez kiribana ku ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest dabin.
Ev amarên Rewangehê di demekê de ne, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê tenê pêketina 19 kesan bi vîrusa Korona û mirina 2 kesan ragihandiye.
520
