Fazil Mîranî bo Dengê Emerîka: Xwezî dewleta Kurdan jî heba

Fazil Mîranî bo Dengê Emerîka: Xwezî dewleta Kurdan jî heba

May 19 2020

ARK NEWS... Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî dibêje, xwezî dewleta Kurdan heba û bila her 6 mehan carekê jî me mûçeyên xwe nestendiba, lê dewleta me heba me dikarî bi petrola Kurdistanê mûçeyê fermanberên xwe daba.

Mîranî ji Dengê Emerîka re behsa pêwendiyên PDK û YNK dike û dibêje: “Pêwendiyên PDK û YNK sitratejîk in. Ti rêyeke din li pêşiya me herdu aliyan tune ye, ji bilî ku em têkelî û pêwendiyên xwe baş bikin. Beriya kongreya YNKê ku beriya çend mehan bi rê ve çû, hinekî pêwendiyên me sar bibûn û ne wan vexwendinek fermî ji me re şand ku em wek mêvan biçin kongreyê YNKê û piştî kongre jî bi dawî bû, me jî wek PDK peyameke pîrozbahiyê ji wan re neşand. Wan digot me mêvan dawet nekirine ji bo kongre, lê me piştre dît ku mêvan li kongreyê wan hene. Gerek em li pêşiya mêvanan bana. Lê gerek me peyamek ji wan re şandiba. Niha jî nabe em ji hev dûr bikevin. Bi rastî hem cenabê Serok Barzanî û hem hevalên Polîtbîroya PDKê mamele li gel serkirdatiya nû ya YNKê dikin. Em destê xwe naxin nava karûbarê YNKê û em dibînin ku serkirdayetiya niha ya YNKê rêbertiya YNKê dike û em pîrozbahiyê li serkirdatiya nû ya YNKê û li hevserokên wê dikin.”

Fazil Mîranî wiha berdewam kir: “Xwedê alîkar be, piştî cejnê dê herdu polîtbîroyên PDK û YNK bicivin. Piştî wê civînê em ê hewl bidin civîneke bilindtir jî bikin. Em û YNK bê hev nikarin û em temamkerê hev in. Pêwîstiya Kurdistanê bi lihevkirina siyasî ye û yekrêzî hêviya milete jî.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê diyar kir: “Hikûmeta niha ya Kurdistanê ne faşil e, wek ku hinek alî hêvî dikin. Hikûmeteke yekgirtî û bihêz e û 3 partiyên mezin ê Kurdistanê ku PDK û YNK û Goran, ava kirine û herwiha pêkhateyên Kurdistanê jî tê de beşdar in. Lê dema ev hikûmet hat, pirsgirêk dest pê kirin û Bexda mûçeyên fermanberên Kurdistanê qut kirin û nexweşiya korona hat û buhayê petrolê daket. Xwezî dewleta Kurdan heba û bila her 6 mehan carekê jî me mûçeyên xwe nestendiba, lê dewleta me heba me dikarî bi petrola Kurdistanê mûçeyê fermanberên xwe daba.”

Malpera PDKê

761