Bi vexwendineke fermî, PDK-Sê seredana Rêxistina Asorî kir
ARK NEWS... Şandek ji serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, bi serokatiya Siûd Elmela Sekretêrê Partiyê seredana Rêxistina Asorî ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir.
Şanda PDK-Sê bi vexwendineke fermî seredana Rêxistina Asorî ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir, û hijmarek mijarên girêdayî herdu aliyan gotûbêj kirin, û nerîna hevbeş derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û Herêmên Kurdî bi taybetî diyar kir.
Herwiha herdu aliyna behsa Desteya Danûstandkara Sûriyê û pêşeroja Sûriyê kirin.
Şanda PDK-Sê bi serokatiya Sekretêrê Partiyê Siûd Elmela û Berpirsê Desteya Rêvebir Mihemed Ismaîl, û endamên Polîtbîroya Partiyê Dr. Lazgîn Fexrî û Mihsin Tahir pêk hatibû.
Şand ji aliyê Sekretêrê rêxistinê Gabriyêl Moşiyê û Tîsîr Se'dî endamê Polîtbîroya Rêxistina Asorî ve, hat pêşwazîkirin.
544
