Mesrûr Barzanî qurbanîdana Pêşmerge û gefên DAIŞê dibe Konferansa Miyûnixê

Mesrûr Barzanî qurbanîdana Pêşmerge û gefên DAIŞê dibe Konferansa Miyûnixê

Feb 13 2020

ARK NEWS... Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariyê di Konferansa Asayişê ya Miyûnixê de bike,îro Pêncşema 13.2.2020an bi serokatiya şandeke hikûmî ber bi Almanyayê ve birê dikeve.

Biryar e Konferansa Asayişê ya Miyûnixê roja 14 – 16ê vê mehê bi rê ve diçe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinan bi hejmarek ji berpirsên pilebilind û xwedî desthilat yên di konferansê de beşdar in re dike û rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî re guftûgo bike.

Ev çend sal in, Mesrûr Barzanî yek ji beşdarên sereke yên Konferansa Asayişê ya Miyûnixê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di perawîza Konferansa Asayişê ya Miyûnixê çendîn hevdîtinên me bi berpirsên pilebilind ên cîhanê re dibin û behsa qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî terorê û gefên berdewam ên DAIŞê dikin, ku pêwîstî bi hevahengiya zêdetir a civaka navdewletî heye, bo rûbirûbûna wan gef û metirsiyan”.

460