Rêjîma Esed destê xwe danî ser Mi'erit Nu'man

Rêjîma Esed destê xwe danî ser Mi'erit Nu'man

Jan 28 2020

ARK NEWS ... Piştî şer û pevçûnan, û bi alîkariya hêzên Rûsiyê, îro 28ê Çileya 2020î, rêjîma Esed destê xwe danî ser bajarkî parêzgeha Idlibê.

Jêderên xwecihî dane zanîn: îro çekdarên rêjîma Esed derbasî bajarê Mi'erit Nu'man bû.

Heman jêderan tekez kirin ku çekdarên Opozisyonê ji bajêr reviyan.

Derbarê rewşa mirovî, çalakvanan nîşan bi wê yekê kirin ku, sivîl ji wî bajarî derketine, û berev herêmên aram çûne.

Operasyon rêjîma Esed di demekê de tê ku rêkeftina agirbestê li deverên Kêmkirina asta şer li dar e.

Ş.E

710