Serok Barzanî: Hêvîdar im sala 2021an, sala bidawîbûna nexweşî û aloziyan be
Dec 31 2020
ARK NEWS.. Serok Mesûd Barzanî bi boneya sala nû ya zayînî, peyamek belav û hêvî xwast, sala 2021, sala dawîhatina nexweşî û giriftan be û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî, pîrozbahiyê li welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê, malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Hêvîdar im sala 2021, sala dawîhatina pejik û nexweşî û giriftan be û aştî û bextewerî ji bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû navçeya me pêk bê.
164