Du sal li ser şerê Efrînê, Binpêkirin, Tawan, û Kiryarên nemirovî

Du sal li ser şerê Efrînê, Binpêkirin, Tawan, û Kiryarên nemirovî

Jan 20 2020

ARK NEWS .. Di rojeke weke îro de, di 20î Çileya 2018an de, operasyona leşkerî ya Turkiyê, bi alîkariya girûpên çekdar, dest pê kir, êrîşên asmanî û bejayî bi mûşek û rûkêtan û top û tang û ziropaşan li ser navenda bajarê Efrînê û 6 navçeyan Raco Cindirêsê Bilbilê, Şera, Şiyê û Mabeta, hatin xwar û barandin.

Şer navbera Turkiyê û PYDê de, 58 rojan berdewam kir, di encamê de nêzîkî 400 welatiyên sivîl şehîd ketin, û bi sedan birîndar bûn, û bûne kêm endam û xwedî pêdiviyên taybet.
Li ser asta qurbaniyên leşkerî, bi hezaran ji keç û xortan herêmê bûne qurbaniya şerê encam diyarkirî û şehîd bûn. Herwiha bi sedan ji navend û dezgehên hikûmî û xizmetguzarî wek dibistan, nexwşxane, mizgeft, û jêrxane û avahî û malên sivîlan hatin wêrankirin û rûxandin.
.
Di 18ê Adara 2018an de ango, piştî 58 rojan, girûpên çekdar derbasî navenda Efrînê bû, ji wê demê ve, weke kuliyên zeviyan, dest bi dizî, û talankirina mal û milkên Kurdan kir, bi hezaran ji dukan, cihên bazirganî, kargeh, guvajgeh, û kargehên bîrînê, otombîl û mator, û terktor, heta ku kelûpelên nav malan ji xwe re dizîn, û desteserkirin.

Ji bilê wê yekê berdewamî li ser karê nemirovî û dûr ji rewişt û pirensîpan kir, ji kiryarên kuştina bi eşkenceyê de, revandin, binçavkirin, xwestina pereyan li hember berdan girtiyan, heta bi arastekirina tometên dûr ji rastiyê li ser şêniyên herêmê, da ku bigihin encamên xwe, û gujmeyek ji dolaran bi dest xwe ve bînin.

Di çarçoveya deshelatdariya çekdaran, bi dehan ji welatiyên sivîl bê sûc û guneh, di zîndanên çekdaran de, rastî eşkenceyê hatin wek Ehmed Şêx, Mihemed Ibrahîm, Reşîd Hemîd Xelîl, û kurê wî Mihemed û Şeref Dîn Sîdo û Silêman Hemko. herwiha bi dehan termên wan li ser zeviyan hatin dîtin, wek Egîd Şêx Hesen, Ebdo Şêx û Henan Henan bê ku vekolên û lêpirsîn were kirin, û tawan li dijî nenasan katin tomarkirin.

Herwiha bi dehan ji welatiyên sivîl rastî girtina ser malan û êrîşên ji nişkêve hatin, lê dema berevanî di ber xwe de dikirin, rastî guleyan dihatin û şêhîd dibûn wek Mustefa Şahîn, Samî Qoç, Hemdî Ebdo û hevjîna wî Sultanê Nasiro, Aîşa Henan. Elî Qelender Mihyedîn Oso û hevjîna wî Huriyê Bker, Ednan Reşîd, Bi dehan kal û pîr û welatiyên bitemen bi bê sûc hatin şehîdkirin. Hîn jî tawanbar û kujer serbest û azad in, û nehatine dadgehkirin.

Li aliyekî din, pîlana pilankirin li ser guhertina demoxrafiya herêm danîn, û ew pilan kete warê cibicîkirinê de, bi dehê hezaran ji malbatên ereb, li şûna malên kurdan de bi cî bûn. Li hember wê de, Kurdên resen weke dîl di kampên derbideriyê de man, li gor amarên fermî ku derdora 300 hezar kes, ji kurdên resen ji dema şer de, ji malên xwe bi der ketin, û nav kon û kampan de bi cî bûn. Piştre ji ber kiryarên nemirovî, roj bi roj rêjeya ereban zêde bûn, û Kurd ji ber kiryarên çekdaran neçar bûn derkevin, Di encama wê yekê Efrîna ku ji 100/ 100 Kurd bû, ji 100 bi tenê 30 yan jî kêmtir ma.


Serbarî wan kiryar û tawanan, rojane bi dehan Kurdên resen hatin revandin, li gor rêxistinên Mirovî û çalakvanan ku ta niha bêtir 4000 kes hatiye revandin, piraniya wan li hember pereyan hatin serbestrberdan,
Lê hîn jî çarenivîsa bi sedan ne diyar, û tu ahagî li ser wan tune ne. Bi tenê hatiye ragihandin ku, goreke bikom li zîndanên çekdaran de hatiye dîtin, lê hîn nehatiye ragihandin. Û hemû curên tawan û eşkenceyan li ser revandiyan tê birêvebirin, tawana di dermafê Arasê kêm endam de, paştirîn belgeye li ser mijarê. Û beşek ji wan bi ta dawiya jiyanê hatine dadgehkirin.

Sirûşta Efrînê bê par ji tawanan nema, bi hezaran ji darên biber û bêber û darên merxan û daristanan, ji aliyê çekdar û ereban ve hatin birîn û şewitandin, û ji xwe re kirin êzing, û bazirganî pê kirin.
Herwiha di sedan cihên şûnwarî û kevnar ji aliyê wan girûpan ve hatin dizîn û desteserkirin, û bi hezaran ji zeviyên çandiniyê bi mebesta derxistina zêr û zîv û şûnwaran hatin kolandin, û têkbirin,

Dûr ji rêzgiritina ol û mezheban, goristan û navendên olî yên îslam û êzîdiyan bin pê kirin û xelk ji bikaranîna daponerîtên xwe qedexe kirin.

Du sal li ser destpêkirina şer re derbas bûn, li şûna ku rewş aram bibe, û lêbûrîna giîtî derkeve, berûvajî wê yekê pêla binpêkirina zêde dibe û roj bi roj nasnameya Efrînê ya kurdî tê qirkirin û bi nasnameya erebî tê guhertin.

Ş.E








.





342