Dr.Ebdulhekîm Beşar carekî din weke Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê hat hilbijartin

Dr.Ebdulhekîm Beşar carekî din weke Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê hat hilbijartin

Jul 11 2020

Desteya Giştî Nesir Elherîrî Wek Serokê Nû ji Hevbendiya Niştimanî re Hildibjêre.

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, D. Nesir Elherîrî wek serokekî nû li şûna Enes Elebde yê ku dema wîlayeta wî bidawî hat hilbijart.

Her weha Desteya Giştî Uqab Yehya û Ebduhekîm Beşar û Ruba Heboş wek Cîger ji Serok re û Abd Albaset Abdullatif wek Emîndarê Giştî û 19 Endamin nû ji Desteya Siyasî re hilbijartin.

Û Îro şemiyê civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî a rola 51an dest pê kirbû, û bi berçavkirina raporên Desteya Serokatîyê û Desteya Siyasî û Hevrêzkarên Ofîsan û Komîteyan dest pê bibû.

Û sibe yekşemê Endamên Desteya Giştî roja duyem û dawîn ji civînan biserî dikin,û dê tê de pêşhatên rewşa hundir û astengiyên dikevin riya şoreşa Sûriyê de werin gengeşekirin, û raporên Desteya Danûstandinan ya Sûrî û yên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîniya Hevrêzkariya Piştgiriyê werin berçavkirin.

665