Semgemor: Ziyandîtiyên lehiyê hatin qerebokirin

Semgemor: Ziyandîtiyên lehiyê hatin qerebokirin

Apr 05 2020

ARK NEWS... Piştî ku lehî li bajarê Zaxo rabû û ziyanek mezin gihandibû şêniyên bajêr, penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku rastî ziyanê hatibûn, hatin qerebokirin.

Hoşeng Semgemor endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê di çarçoveya beşdarbûna xwe di bûltena ARKê ya îro 5ê Nîsana 2020î de got: Hijmarek malbatên Rojavayê Kurdistanê li Zaxo rastî ziyana lehiyê hatibûn, û navên wan ji bo komîteya taybet bi şopandina ziyandîtiyan hatin pêşkêşkirin.

Navbûrî tekez kir ku ew malbat ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, hatin qerebokirin.

Beriya çend rojan ji ber barîna baraneke bihêz lehî li Duhok û Zaxo rabû, û ziyanên mezin hatin tomarkirin.

Ş.E

374