ENKS: Em qebûl nakin R. Kurdistanê bibe meydana şerê Turkiya û P*K*Kê
Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, bombebarankirina Turkiyê ji jêrxane û westgehên elektrîk, gaz, petrol û avê re şermezar kir, û tekezî li ser redkirina xwe ji veguhestina şerê di navbera Turkiya û PKKê de bo Rojavayê Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyekê de emîndariya giştî ya ENKS duh 7ê Cotmeha 2023yan ragihand, bombebarankirina Turkiyê ji R. Kurdistanê re bûye sedema rawestandina karê nexweşxaneyan û derketina kirîza sotemeniyê, ev çend jî dê êş û azarên welatiyên ku di rewşên zehmet de dijîn, nêgeranî, tevlehevî û koçberiyê li deverê zêde bike.
Daxuyaniyê diyar kir, Turkiyê ev bombebarankirin piştî êrîşa xwekujî li Enqera ya ku PKK li xwe girt, û berpirsên Turkiyê gefa bersivdana wê dan, encam da.
ENKS redkirina xwe ya hertim ji tundûtûjiyê û hemû karên terorî re yên ku rewşê aloztir dikin û êş û azarên sivîlan zêde dikin, derbirand.
Daxuyaniyê, armanckirina Sivîlan, jêrxaneyên xizmetguzarî û aborî şermezar kir, û bang li Turkiyê kir ku van operasiyonan rawestîne bo dûrxistina deverê ji karesatan.
ENKS serbar kir: Em qebûl nakin R. Kurdistanê bibe meydana şer di navbera Turkiya û PKKê de, bang li PKKê kir ku rêzê li taybetmendiya gelê Kurd li Sûriyê bigre û destwerdanên xwe di karûbarên wî de rawestîne bo dûrxistina devera Kurdî ji gefan û gurkirina nakokiyan.
Her weha ENKS bang li Civaka Navdewletî kir bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûrî re li gorî biryarên navdewletî di serî de biryara 2254.
Ji roja Pêncşemê 5ê Cotmeha 2023yan ve, diron û balafirên Turkiyê dest bi operasyoneke asmanî ya serbazî kir, bi dehan jêrxane û navendên leşkerî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê armanc kirin.
Di operasyonê de, westgehên elektrîk û petrolê li bajarên Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Kobanê, Tirbespiyê, Dêrikê û gundewarên wan hatin bombebarankirin.
236
