Salvegera 10an ya şehîdbûna Şervan Sîdo bi destê çekdarên PYD

Salvegera 10an ya şehîdbûna Şervan Sîdo bi destê çekdarên PYD

Mar 17 2023

ARK NEWS... Di rojeke weke îro de, beriya 10 salan, çekdarên PYDê êrîşî gundê Çêqilme yê navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir, di encama wê êrîşê de ciwanekî kurd kir armanca çekên xwe û şehîd bû.

Di 17ê Adara 2013an, çekdarên PYDê êrîşî gundê Çêqilme kir, û di encama wê êrîşê de ciwanê bi navê Şervan Sîdo şehîd bû.

Piştî ku PYDê êrîşa xwe bi dawî anî, hilmeteke girtin û revandinê dest pê kir û hijmarek ji endam û alîgirên PDK-Sê revandin.

Tevî wê yekê şehîd Şervan Sîdo bi beşdariyeke mezin ji xelkê Efrînê di roja din ango di 18/3an de li gundê xwe Çêqilme, bi bilindkirina ala Kurdistanê bi xak hat spartin.

Êrîşa PYDê ji gundê Çêqilme re piştî çend rojan ji pîkanîna PYDê ji komkujiyekê li gundê Burc Ebdalo hat, ku ew komkujî di 8ê Adarê de hatibû pîkanîn tê de çar welatiyên sivîl xelkê gund şehîd bûn.

Di çarçoveya desthelatdariya PYDê ji Efrînê re, bi hijmarek komkujî û binpêkirin derheqê kurdan de encam dan, wek komkujiya malbata Şêx Hanan û Burcê û malbata Şêxo li Şiyê û şehîdkirina welatiyan di bin îşkenceyê de û êrîşkirina malan û sepandina bacan û astengkirina jiyana xelkê.

Ş.E

312