Zarokên Idlibê di metirsiyê de ne
ARK NEWS .. Rêxistina Yonîsêf ya Netewên Yekgirtî huşiyariya gihandina metirsiyê bo melyonek zarokên Sûriyê li parêzgeha Idlibê da û bi taybet piştî amadekarî û destpêkirina bombebaran û topbaran ji aliyê rêjêma Sûriyê û hêzên Rûsiyê li ser parêzgehê .
Rêveberê rêxistinê di Rojhilata Navîn de Xeyret Kabalarî di daxuyaniyekê de tekez kir ku zarokên li parêzgeha Idlibê de ku melyonek zarok in di metirsiyê de ne û bi tenê di çarçoveya Sê rojên bûrî de 28 zarok li Idlibê û Rojhilatê Helebê jiyana xwe ji dest dane û di nav qurbaniyan de Heft kes ji yek malbatê jî hebûn .
Kalabarî herwiha da zanîn ku Sê navendên tendirûstî ku ji aliyê rêxistina Yonîsêv ya karûbarên zarokan dihate piştgirîkirin bi sedema gihandina ziyanê bo wan navenda ji kar hatin dûrxistin ku Du navend alîkarî ji jin û zarokan re pêşkêş dikir .
Ji aliyê xwe ve Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê ragihand ku her yek ji rêjîm û Rûsiyê tawanên cengî di der heqê sivîlan de li Idlibê pêktîne ku piraniya armanckirina wan hêzan ji avahî û navendên welatiyan e .
Ji ber gurbûna êrîşan ser Idlibê hijamrek mezin ji xelkê sivîl bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar ketin û bi hezaran derbider û koçber bûn.
Di raporta Netewên Yekgirtî de hatiye xuyakirin ku nişteciyên Idlibê niha derdora Çar melyon kes in û li gor jêderên xwecihî ku 800 hezar di nav kampan de dijîn .
Hevpeymaniya Nişîmanî ya Opozisyona Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku rêkarên pêwîst ji bo rawestandina êrîşan ser Idlibê bikin
636
