Kurdîkirina efsaneyeke Babilî

Kurdîkirina efsaneyeke Babilî

Dec 03 2022

Kurdîkirina efsaneyeke Babilî:
Cankurd

"Dibêjin, rojekê ji rojan, berdestê axayekî maldar çû bazara bajêrekî ji bajarên Babil, da hinek hûr û mûr ji mala axayê xwe re bikirre, ew di nav dikanan re geriya û li der dora xwe nêriya, li bihayê tiştan pirsiya. Dîna xwe dayê dît pîrejineka çirkîn her li wî dinêre, weku ew ji xwe dipirse: "-Ev camêr li vir çi dike û li çi digere?" Ew berdest ku ve çû pîr jî wê de çû.
Hat bîra berdestê axayê babilî, ku li koçka axayê wî hoşmendekî nenas hatibû wir û ji mêvanêd axayî re li ser mirinê peyivî bû û gotibû, ku mirin pîrejineka gelek çirkîn e, her roj li bazaran digere û destê wê bi kê bibe, ew yekser canê xwe ji dest dide.
Berdestê axayî bi lez û bez vegeriya mala maldarî, bê ku tiştekî bikirre û gelek tirsiyayî çû ba axayê xwe û jê re got ku ew li bazarê pêrgî pîra mirinê hat û lew re bê ku tiştekî bikirre bazda û vegeriya mal.
Axayê wî berken bû û ji wî pirsiya: "-Tu çewa dizanî, ku ew pîra mirinê li te digerî?"
Bersîv da, got: "-Ez ku ve diçûm, ew jî dihate wir, tim li min dinêriya û seriyê xwe dileqand."
"-Baş e, ez bo te çi bikim? Ma ez dikanim li hember mirinê çi bikim?"
"-Axayê min, min gelek salan berdestiya mala we kir. Ez tiştekî ji we naxwazim, tenha hespekî bidin min, ez ê ji vir herim, berî mirin min digire."
"- Tu yê ji ber mirinê ku ve birevî?"
"- Ez ê biçim Akbatana dûr."
"- Tu yê ji ber pîra mirinê birevî û biçî paytextê Medan?"
Berdest bê deng bû...
Axayê wî got: "-Here du hespan ji nav tewlê derxîne, bi xwe li yekî piştesp bibe û yê dî jî bi tiştên tu dixwazî bo xwe bar bike. Te pir berdestiya malbata min kir û here Xwedê bi te re be.
.....
Wê rojê gelek pirs di seriyê axayê babilî de civiyan û bi şev jî xew nehat çavan, wî mejiyê xwe herdem bi mijara pîra ku bi navê mirin bû gêro kir.
Roja dî ew bi xwe çû bazarê, da bizane ka ew pîr rast li wir digere an ne. Paş ku di kolanan re gelek çû û hat, dît ku vaye ew pîrejin pêrgî wî hat. Ew axa mêrekî wêrek bû û ji mirinê neditirsî. Bi milê pîrê girt û leqand û jê pirs kir: "- Rast tu diho tim li pey berdestê min digerî û te li wî dinêrî û te seriyê xwe dileqand? Bêje te çi ji wî dixwest?"
Mirin berken bû û bersîv da, got: "-Ez ji dîtina wî li vê bazarê matmayî bûm."
"-Bo çi?"
"- Min li bajêrê Akbatana çaverêya wî dikir, lê ew li vir bi ber çavêd min ket. Divê ew niha li Akbatana be."
Mirinê wilo got, milê xwe ji nav lepên axayî rakişand, û bi lez gav kir.
Li ber çavêd axayê bi xwe matmayî bû perdeyeke ji mij û dûmanê pêda bû, nema rêya mala xwe didît.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

160