Serokê PKKê Ocalan, beriya 23 salan vegeriya hembêza xwediyê xwe Dewleta Tirk

Serokê PKKê Ocalan, beriya 23 salan vegeriya hembêza xwediyê xwe Dewleta Tirk

Feb 19 2023

Îbrahîm GUÇLU

Serokê PKKê, kûjerê ciwanên û gele Kurdistanê Ocalan; beriya 23 salan di 15ê Sibata 199an de ji cîwar û mala xwe ya duyemîn Dewleta Sûriyeyê vegeriya mal û xwediyê xwe yê yekemin Dewleta Tirk.

Piştî ku ew vegeriya cem çeker û afirandarên xwe Dewleta Tirk, gelek teoriyên komployî hatin peşkeş kirin. Bi taybetî jî PKKê ji bona ku rastiya Ocalan û PKKê veşêrînin dest bi derewan û manipülasyonan kirin. PKK di wê deme de hostatiya xwe ya derewe û manipulasyonê besj i gele Kurd û raya giştî ya Kurdistanê re nişan neda. Ji dinyayê re jî nişan da. Gelek gire gire dinyayê yên nivîskar û lêkolîneger û rojnemevan û berpirsiyarên dewletan yên di derece duyemîn de jî bi hêsanî xapandin.

Komploya “entellektueltir” û murî û fanatîkên PKKê gelek hêsanî jê re bibêjin erê ew bû: “Emerîkayê û Dewleta Tirk û îsraîlê bi hev re tîfaq kirin, zor dan Dewleta Sûriyeyê, ew jî di bin gef û dexta sê dewletan de mecbur bû Serokê PKKê ji Suriyeyê derxe. Tîfaqa mezin û emperyalist jî Ocalan li Kenyayê girtin anîn Tirkiyeyê.”

Lê rastiyek hebû ku Ocalan li Suriyeyê bû. Ew 20 sal bûn ku li Sûriyeyê jiyana xwe gelek bi rejhetı didomand. Ocalan li hemberî Dewleta Tirk di sala1984an de şer îlan kiribû. Di ser şerê wan re 15 sal derbas bibû, Emerîkayê û Tirkiyeyê tu dem ji bona ku Ocalan ji Sûriyeyê bêderxistin hewildaneke neda bûn.

Rastiyeje din jî ew e ku piştî Derbaya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî ez jî di nav de gelek Kurdperwer û şoreşgerên Tirkan ji hemwelatî hatibun derxistin, Ocalan hîn hemwelatiyên Dewleta Tirk bû.

Armanca ew û gelek teoriyên komployî yên din ew bû ku rastiya Ocalan û PKKê veşerînin. Bila vegera Ocalan bi dile wî ji çavan û diqeta Kurdan bê revandin.

Gelek kesan bi wan teoriyên komployî baweriya xwe anîn.Hîn jî tînin. Murîd û fanatîkên PKKê bi van manîpulasyon û derewan bawerî anîn. Lewra fanatik û murîdê PKkê aqilê xwe teslîmî serokên xwe kiribûn.

Di ser ev teoriyên komployî re 23 salan derbas bûne, ew kesên kesperest, murîd û fanatîkên PKKê bi van derewan baweriya xwe tînin û diparêzin. Ji nüve van teoriyan germ dikin û dixwin.

Lê hiç şik tune ye ku Kurdperwer û ew kesên aqilmend; jiyan û siyaseta PKKê û Ocalan analîz û şirove dikin, wan teoriyan derewîn derdixin û bi teoriên komployî bawerî nakin.

GELO RASTÎ ÇI YE?
Dewleta Tirk, di navbera salên 1919-1938an de piştî serhildanê Neteweyî yên Kurdistanê qetlîameke mezin pêk anîn. Kurdistan ji kurdan vala kirin. Serokên neteweya kurd bi tevayî îdam kirin. Êşkenceyên mezin li gele Kurdistanê kirin. Ji bona ku kurdan bikin Tirk û nazariya xwe ya înkarkirina kurdan ku digotin “kurd tune ne. Kurd ne neteweyek e. Zimanê kurdî tune ye, Tirk anîn li Kurdistanê bi cîh kirin. Dîsa encama qetlîaman ji raya giştî re diyar kirin, kurd û mijara kurdan û kurdistanê qedandine.

Lê rastî ew nebû. Kurdan û xendevanên kurdan û mezinên kurdan dîsa doza Kurd û Kurdistanê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê di sala 1965-an de damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT), tevgera neteweyî anî merheleke girîng. Kurdan rêxistina serbixwe ava kiribûn. Statuyeke siyasî û otonom ya Kurdistanê daxwaz kirin.

Bi taybetî jî piştî salên 1970 Tevgera Bakurê Kurdistanê qerektereke girseyî û kîtlewî qezenç kir. Di nav gel û xwendevanan de şax da. Ew tegera bû sedem ku li Tirkiyeyê xwediyê nizama müesses û dewletê; Derbaya Leşkerı ya di sala 1971an de çêkirin. Kurd bi awayekî kîtlewî û ji beşên hemû civata kurd hepis kirin, êşkence kirin, cizayên giran dan.

Di wê qonaxê de têkoşîna di hepisxaneya leşkeri û dadgehan de bû sedem ku Dewleta Tirk stratejiyeke nû di derbarê kurdan û tevgera kurdan tespit bikin.k Ew strateji jî, di hûndirê Tevgera Bakûrê Kurdistanê de opereasyona tasfiyekirinê bimeşînin. Encama vê jî di pêşengiya Ocalan de rêxistin dan ava kirin. Rêxistina operasyonal ya li dijî rêxistinên Kurdistanê û tevgera dewletbûnê; PKKê ava kirin.

Ocalan û PKKê li hemberî Tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê wezîfaya xwe baş pêk anî. Bi hezaran kurdperwer dakûştin. Êw xirabiya bes li Bakurê Kurdistanê nekirin, li hemû beşên Kurdistanê kirin. PKKê nûha jî ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike, şerê qirêj dimeşîne.

,Kurdperwer û gelek siyasetvan, gele me di derbarê xirabiya Ocalan û PKKê, ji Kurdistaniyan re diyar dikin.

Piştî demekê dewletê jî û Ocalan jî dît ku ciwanên Kurd yên beşdarî PKKê bûne ku bên tasfiye kirin, ji derveyî kontrola PKKê û Ocalan kar kirin. Wê deme Dewleta Tirk daxwaz kir ku ew vegere mala xwe û hembêze dewlet”. Ji bona vê demekî dirêj hazişrî kirin. Dewletê bi riya rojnamevanan û siyasiyên ji bona xwe digotin sosyalist in (wek Doğu Perînçek û Yalçin Kuçuk) vegera Ocalan amade kirin.

Di wan şertan de PKKê bi zanatı li ser navên çar dewletan êrîşî PDK û YNKê kir. Ew jî bû sedem ku hêzên navneteweyî ji helwesta wan cşiz bûn. Bi vî awayî jî Ocalan ji bona xwe şertên vegerê amade kir.

Dema vegeriya jî got ku “ez amade me ku ji dewleta xwe re xismet bikim.” Gelek aşkere jî li dijî serxwebûn û otonomiya kurdan derket. Ji bona ku dewletbûna Başurê Kurdistanê bigre, aqil da dewletê. Got ku “li Başûrê Kurdistanê Dewleta Îsraîla 2emîn ava dibe. Vê yekê jî EmerIka û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) amade dike. Divê pêşiya vê bê girtin. Em amade ne ku pêşiya dewletbûna kurdan bigrin.”

Bi kurtî dikarinm bibêjm ku Ocalan ji hêlina xwe reviya bû. Çêbû di helîneke din de xizmetî dewletên din dikir. Di encamê de jî vegeriya hêlîna xwe ya pêşî û hembêze Dewleta Tirk.

Diyarbekîr, 17. 02. 2023
İbrahim GUÇLU

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

242