29 sal in Pêşmerge Elî Umer şehîd e

29 sal in Pêşmerge Elî Umer şehîd e

Oct 12 2021

ARK NEWS... Duh 11ê Cotmeha 2021ê, 29 sal li ser şehîdbûna Elî Umer Xelîl, kurê Rojavayê Kurdistanê, ku li ser destê PKKê hate şehîdkirin darbas dibin.

Şehîd Elî Umer li gundê Rîhanîkê yê bi ser bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê, di 1ê Çileya 1972an de ji dayîk bûye û xebateke mezin di ber doza Kurdî de kiriye, ku tevlî serhildana kurdan ya di sala 1991ê de li Başûrê Kurdistanê bû, û mil bi mil bi Pêşmergeyên qehreman re berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de dikir.

Elî Umer, destpêkê tevlî bereya Kurdî bû û di gelek şeran de beşdar kir, bi hevalên xwe re navçeya Sîmêlê ya bi ser bajarê Duhokê rêzgar kir, û piştre derbasî bereyên Mûsil bû, ta ku karîbûn Herêma Kurdistanê rêzgar bikin.

Se'îd Umer birayê wî yê piçûk e ku ew jî tevlî rêzên Pêşmergeyan bû, û niha endamê komîta navendî û berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê ye.

Şehîd û xebatkarê Kurd Elî Umer di 11ê Cotmeha 1192an di encama êrîşeke PKKê de şehîd ket, û li navçeya Sîmêlê ya bi ser bajarê Duhokê bi beşdariya cemawerî berfireh bi xakê hate sipartin.

Ş.E

624