Agir bi zeviyên navbera Kobanê û Girê Spî de ket
Jun 09 2020
ARK NEWS... Li derora bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê duh agirek bi zeviyan ket, û rûberek ji zeviyan hat şewitandin.
Jêderên xwecihî ragihandin ku agirek bihêz li zeviyên navbera Kobanê û Girê Spî de ket bê ku sedema şewitandinê werine diyarkirin.
Ji aliyê xwe jî jêderekê ji Kobanê ji ARKê re da zanîn ku piraniya zeviyên ku hatine şewitandin berhem jê hatine çinîn.
Ş.E
330