Serok Barzanî: Şoreşa Îlûnê nasnameya netewî parast û berevanî di ber mafên rewa yên gelê kurd de kir
ARK NEWS... Di salvegera destpêkirina şoreşa Îlûnê de, serok Mesûd Barzanî îro 11ê Îlûna 2023yan nameyek belav kir.
Serok Mesûd Barzanî da got ku Şoreşa Îlûnê li cem gelê kurd pîroztirîn şoreşeke siyasî, çekdarî û civakî ye.
Serok Mesûd Barzanî got: Şoreşa Îlûnê nasnameya netewî parast û berevanî di ber mafên rewa yên gelê kurd de kir û bingeha demoqratiyê li Iraqê danî.
Serok Mesûd Barzanî ameje pê kir ku Şoreşa Îlûnê ya pîroz bi rêbertiya Barzaniyê nemir ezmûneke xebatkarî bêhempa û nimûneyî ye, her çîn û pêkhateyên olî ji hemû deverên Kurdistanî tê de beşdar kir.
Serok Mesûd Barzanî di nameya xwe de got ku: Xebat, ked û qurbanîdana hemû şoreşger, Pêşmerge û kardirên vê şoreşa pîroz û rola wan ya mezin û berçav di tomarkirina serkeftin û destkeftiyan de bo gelê xwe, bi bilindî dinerxînim.
281
