Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik pîrozbahiya lidarxistina kongira 12an li PDK-S kir
Jul 11 2023
Serdana nûnerên partiyên kurdî, kesayetiyên Siyasî, Civakî, Rewşenbîrî, û Ekadîmî bo nivîsgeha PDK-S, ji bo pîrozbahiya lidarxistina kongira 12an berdewam e.
Îro Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, pîrozbahiya lidarxistina kongira 12an li PDK-S kir.
Pîrozbahiya lidarxistina kongira 12 ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li nivîsgeha PDK-Sê li Girkê Legê bû.
Xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hêviya serkeftinê bo Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya xwest.
599
