lêgerîna hersê welatiyên Kobanê berdewam e
ARK NEWS… Jêdereke nêzîk ji malbatê, ragihand ku ta niha lêgerîna sê welatiyên Kobanê ku li çiyayên Turkiyê, winda bûne, berdewam e.
Mihemed Şêx Nebî, endamê Desteya Rawêjkarî ya PDK-Sê ji ARKê re da zanîn: Lêgerîn ji her yek: Ebdo Ehmed Şêx Ebdulrehman, û hevjîna wî Hindirîn Îbiş, herwiha Fethî Hemze, berdewam e.
Heman jêderê tekez kir: Biryar e siba bi fermî lêgerîn ji aliyê Turkiyê û hin rêxistinan ve, dest pê bike, ji ber ku ta niha rê ji ber rewşa keş û bayê girtî ne.
Welatiyên navbûrî û hijmark din ji regeznameyên cuda, beriya çend rojan hewl didan berê xwe bidin Ewropayê, lê ji ber bahozeke berfê, li çiyayên Bakurê Kurdistanê asê man, û ta niha tu agahî li ser wan tune ne.
Ş.E
553
