Mesrûr Barzanî û Bogdanof li ser girîngiya aramkirina rewşa Iraq û Sûriyê axivîn

Mesrûr Barzanî û Bogdanof li ser girîngiya aramkirina rewşa Iraq û Sûriyê axivîn

Jan 30 2020

ARK NEWS ... Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxaîl Bogdanov civiyan û di wê rûniştinê de herdû aliyan pêşxistina peywendiyên Kurdistan û Rûsyayê gotûbêj kirin.

Derbarê wê hevdîtinê de Hikmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di civînê de bûyer û pêşhatên li Iraq û navçeyê û herwiha pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hatiye gotin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, silavên Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê û herwiha silavên Serokwezîrê Rûsyayê gihindan Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û vexwendnameya fermî jî pêşkêş kir bo beşdarbûna li Foruma Navdewletî ya Aborî ya Saint Petersburgê.

Herwiha di civînê de herdu alî hevnêrîn bûne li ser girîngiya aramkirina rewşa Iraq û Sûriyê û hemahengiya bo rûbirûbûna gef û metirsiya DAIŞ, teror û rola girîng a Herêma Kurdistanê di seqamgiriya navçeyê de.

292