Bi vegera Ereban, tevgera DAŞê li derdora Şingalê zêde bûye

Bi vegera Ereban, tevgera DAŞê li derdora Şingalê zêde bûye

Jan 27 2020

ARK NEWS ... Fermandarê Pêşmergeyên Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku vegera wan Erebên destê wan di destê DAIŞê de bû, bo Şingalê berdewam e û bi vegera wan jî tevgera DAIŞê li derdora Şingalê zêde bûye, ku di nav wan Ereban de hinek kes hene ku emîrê DAIŞê bûn û niha metirsiyeke mezin li ser navçeyê heye.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Vegera Ereban bo Şingalê berdewam e û ew Ereb berê destê wan di kuştina Kurdên Êzdî de hebûn û belgeyên me li ser vê yekê hene. Herwiha beşek ji wan emîrên DAIŞê bûn û niha bi alîkariya Hikûmeta Iraqê vedigerin navçeyê.”

Şeşo wiha got: “Piştî vegera wan DAIŞiyan bo navçeya Şingalê êdî tevgeran DAIŞê li navçeyê zêde bûye û bûne metirsiyeke mezin li ser Şingalê û eger rewş wisa berdewam be, dê dest bi êrîş û karên terorîstî jî bikin.”

Şeşo wiha domand: “Jibilî wê jî, li Sûriye û Heşda Şeibî çekdarên DAIŞê bi pereyan dişînin sînorê Şingalê, da ku careke din Şingal bikeve destê DAIŞê. Lê Pêşmerge nahêlin ew yek pêk were.”

292