Neşet Zaza li ser nûçeya vekişana ENKSê ji Itîlafê hate deng

Neşet Zaza li ser nûçeya vekişana ENKSê ji Itîlafê hate deng

May 09 2020

ARK NEWS... Nişat Zaza, endamê Polîtbîroya PDK-Sê li ser nûçeya vekişana ENKSê ji Itîlafê li ser rûpele xwe îro 9ê Gulana 2020, ragihand:

Hin alavên ragihandinê nûçeyek belav kir ku yek ji xalên rêkeftina ku tê gotin navbera ENKSê û PYDê de hatiye îmzekirin, vekişana ENKSê ji Itîlafê ye.

Serbar kir: Tevî ku rêkeftin bi tenê hin lihevtêgihiştineke sîyasî derbas nekiriye, û gotûbêjî li ser rêkeftineke giştî li ser hevpariya rêveberî û leşkerî, û siyasî hîn zûye, herwiha mijara girtî û windabûyan nehatiye çaresrkirin, dimîne ku nûçeyên hatine belavkirin, bi tenê ji bo hin aliyan bi mebesta tevdana pelikan e tê.

Navbûrî tekez kir: Eger hebûna ENKSê di Itîlafê de li dijî berjewendiya Kurdan be, tu carî cihê ENKSê di nav Itîlafê dê tune be.

Nişat Zaza, endamê Polîtbîroya PDK-Sê ameje kir: Rewşa siyasî û helwêsta Emerîkî pêwêstiya mana ENKSê di wir de, ji ber piroseya siyasî navbera herdu aliyan wate rêjîm û opozisyon de tekez dikin.

Ş.E

370