Bi bihaneya hebûna endamên PKKê êrîş li ser gundên Efrînê têne encamdan
.Bi bihaneya hebûna girûpên YPGê û PKKê artêşa Turkiyê û bi alîkariya girûpên çekdar êrîşî gundekî navçeya Raco kirin û darên çiyayî şewitandin .
Li gor jêderên ARKê ku duh roja Yekşemê 15\7\2018 artêşa Turkiyê û girûpên çekdar bi otombêlên leşkerî êrîşî gundê Çeqmaqa yê navçeya Raco ya Efrînê kirin û bi bihaneya hebûna endamên PKKê hin ciwanên gundê navbûrî binçav kirin.
Piştre girûpên çekdar agir bi çiyayê gund xistin û agir gehişt gundê Cela yê navçeya Bilbilê herwiha agir bi darên zeytûnan jî ketin û ziyanek mezin gehişt mal û milkên welatiyan .
Beriya demekê jî ji ber heman sedemê ango hebûna endamên PKKê êrîşî gundê Xilalka kiribûn û hin ciwan bi tometa endamtiya PKKê binçav kiribûn .
882
