Emerîkayê sizayên nû li ser şêwirmend û alîgirên Esed sepand

Emerîkayê sizayên nû li ser şêwirmend û alîgirên Esed sepand

Aug 22 2020

ARK NEWS... Wezareta Xezîneya Emerîkayê ragihand, sizayên nû li dijî kesayetên nêzî Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed sepadin, di nav de şêwirmendên ragihandin û hejmarek berpirsyarên Sûriyê hene.

Wezareta Xezîneya Emerîkayê ragihand, ku li dijî 6 alîgirên Esed di nav de şêwirmenda ragihandinê Lona Şibil û alîgirê wî Yasir Îbrahîm hene.

Herwiha siza li ser her yek ji Mihemed Saatî, yek ji berpirsên partiya Bas, Emîd Xeyas Dela ji Firqeya 4 ya artêşa Sûriyê, Samir Îsmayîl berpirsê Fewca Heyder li Hêzên Nimir, Lîwa Elî Eyûb Wezîrê Berevaniya Sûriyê yê berê û Fadî Seqir serkirdeyê serbazî di Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya Sûriyê de hene.

528