Pêşmergeyekî Roj di bûyereke hatûçûnê de şehîd bû
Jan 11 2020
ARK NEWS .. Îro roja Şemiyê, 11ê Çileya 2020î, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyekî Leşkerê Roj rastî bûyereke hatûçûnê hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.
Jêdereke nêzîkî ji malbatê ji ARKê re ragihand: "Pêşmerge Mecdel Ehmed Husên Mihemed, ji ber bûyereke hatûçûnê, li ser rêya 120î ya Hewlêrê, jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû.
Pêşmerge ji dayîkbûyê 1985an, gundê Bîr Hilo yê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Li kampa Qoştepe niştecî bû.
Biryar e, siba ji bo Rojavayê Kurdistanê were veguhestin, û li gundê xwe bi axê were spartin.
Ş.E
626
