Serok: Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e

Serok: Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e

May 12 2020

ARK NEWS... Di salvegera 46 saliya şehîdbûna Leyla Qasim de, îro 12 Gulana 2020, Serok Mesûd Barzanî nameyek belav kir, tê de got: Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e.

Serok Mesûd Barzanî wiha di nameye xwe got: Bi navê xwedayê mezin û dilovan, Îro çil û şeş sal li ser li sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wî da derbas dibe. Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurde ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike.

Serok serbar kir: Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevalên wî û hemû şehîdên rêya azadiyê...

Ş.E

341