Serok Barzanî sersaxî ji malbata kesayetiyeke welatparêz re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji malbata kesayetiyeke welatparêz re xwest

May 06 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî nameyek sersaxiyê ji malbata kesayetiyeke niştîmanperwer û welatparêz re şand. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar Hacî Omer Şêx Abdulla Mihacir

Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya Hacî Omer Şêx Abdulla Mihacir, kesayetiyê navdarê devera Soran û bavê Şehîd Adil Mihacir gihîşt me.

Kak Hacî Omer, wekî kesayetiyekê têkoşer û niştimanperwer, malbat û nasên xwe li ser rêbaza Kurdayetiyê û cangoriya ji bo gel û welat perwerde kir û bi wê navê da jî Şehîd Adil Mihacir mînakekê diyarê wê perwerdeye bû.

Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya nasên û xizmên Mihacir dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

‌Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê Kak Hacî Omer bixe ber dilovaniya xowe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
06.05.2020

531