Efrîn .. Girûpên çekdar şûnwarên gundê Elbîskê didizin .
ARK NEWS .. Gundên Efrînê yên sînorî ku rastî şer û pevçûnên giran hatibûn û ji ber êrîşên esmanî û bejayî piraniya xelkê gundên sînorî gundên xwe bi cih hiştên û berê xwe dabûn navenda bajêr , û ji wir beşek mezin berê xwe dan gundên çiyayê Lêlûn û derdora Helebê lê piştî rawestandina şer beşek mezin hewil dan vegerin gundên xwe lê rêgirî ji aliyê PYDê li kampên derbiderên Efrînê û li aliyekî din rêgirî ji Turkiyê û girûpên çekdar ve hate û têne kirin .
Gundê Elbîskê yê navçeya Raco yek ji gundên ku rêgirî ji aliyê girûpên çekdar ve têne kirin û nahêlin xelkê gund vegerin cih û warên xwe . di dema PYDê de şûnwarên giran lê hate dîtin û eşkerekirin .
Li gor axaftina jêdera taybet ji ARKê gotiye ku ji çend heyvan ve û rêgirî ji aliyê girûpên çekdar ve ji xelkê gundê re têne kirin û nahêlin bi çi şêweyî be tu malbat derbasî gund bibin ji ber ku bi amêr û alavên kolanê û serpireştiya pisporên şûnwaran û tiştên kevnar kar di wî gundî de dikin û ji çend heyvan ve karê kolanê dikin û şûnwarên têne rakirin ji xwe birin û dizîne.
Jêderê herwiha serbar kir û got ku bi tenê Du malbat beriya çend rojan rê dane wan ku derbasî gundê xwe bibin û di çarçoveya mehên bûrî de bi bihaneya binavkirina gundê Elbîskê bi xaleke leşkerî rêgirî dihate kirin.
Ji destpêka derbasbûna girûpên çekdar ji nav gund û navçeyên çiyayê Kurmênc û karê kolanê bi mebesta derxistina şûnwaran dikin û bi taybet navçeya Raco û gundên wê yên sînorî rêgirî bi bihaneya hebûna mayînan û xalên leşkerî nahêlin xelk vegerin warên xwe û bi wê yekê dighînin armanca xwe di dizî û talankirinê de .
Ş.E
750
