Serkirdayetiya ENKSê gihişt Kurdistanê û dê civînan li dar bixîne
ARK NEWS... Îro, 26ê Gulana 2020, şandek ji serkirdayetiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di rêya deriyê Fîşabûrê re, gihişt Herêma Kurdistanê û biryar e civînan li dar bixînin.
Jêderekê ji serkirdayetiya ENKSê ji ARKê re da zanîn: Biryar e civînek li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê were lidarxistin, û dawîn pêşhate werin gotûbêjkirin.
Heman jêderê nîşan bi wê yekê kir: Serkirdayetiya ENKSê dê zincîrek civînan li dar bixe, tê de pêşhateyên siyasî li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê giftûgo bikin.
Şanda serkirdayetiya ENKSê ji her yek ji Mihemed Ismaîl, Fesla Yûsif, Nimet Dawûd, Fêsel Yûsif, û Silêman Oso pêk tê.
272