Peyamek ji Serok Mesûd Barzanî

Peyamek ji Serok Mesûd Barzanî

Apr 30 2020

ARK NEWS.. Serok Mesûd Barzanî îro 30î Nîsana 2020, nameyek sersaxiyê belav kir, tê de ji xelkê xwest ku Fatiheyê li ser canê wê bixînin û bi biryarên Wezareta Tendirustiyê pabend bin.

Nameya Serok piştî bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan weha dest pê kir: Bi xemeke zêde ve îro pênçşem 30.04.2020 xanima Nî'metxana keça Hemeyê Evdirehman Axayê Silêmanî û xuşka xwedê jêrazî Nazdarxana Xanima xwedê jêrazî Kek Îdrîs, fermana xwedayê mezin bi cîh gihand û koça dawî kir.

Serbar kir: Ji bilî spasiyên minên ji bo hemû xelkê Kurdistanê, ji ber sedema belavbûna şewba Korona û pabendbûna bi rêkarên Wezareta Tendirustî û bi navê parastina selametiya welatiyan, pirseya xwedê jêrazî Nî'metxan birêve naçê. Daxwaz dikim li malên xwe her kes bi dua û xwendina Fatîhe yê pirse û hevxemiya xwe derbibrin.

Serok Barzanî bi lava û dueyan nameya xwe bi dawî anî: Xwedayê mezin xêr û padaşta hemû aliyek bide û xwedê jêrazî jî bi bihûşta fireh şad bike.

Ş.E

921