Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim meha Remezanê bibe sedema xêr û xweşiyê bo tevahiya aliyan.
ARK NEWS... Bi helkefta hatina Remezana pîroz, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyek pîrozbahiyê arastey muslimanan kir. Naveroka nameyê ev e:
Bi minasebeta hatina meha pîroz ya Remezanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û cîhan dikim, hêvî dikim meha xêr, bereket û rehmet be û xwedê mezin û dilovan, rûjû û îbadetên tevahiya aliyan qebûl bike.
Liwir pêwîste spasiya Mamosteyên olî yên herêma Kurdistanê bikim ku bo hevkarî kirin û cîhbicîhkirina şîretên tendirostî yên bo rûbirû bûna Koronayê roleke berçav lîstine, daxwaz ji wan jî dikim daku berdewam bin li ser şîret kirina welatiyan bo parastina xwe û civakê ji Koronayê.
Hêvî dikim meha Remezanê bibe sedema xêr û xweşiyê bo tevahiya aliyan.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
523
