Sekretêrê PDK-Sê spasnameyek derbarê şîna xebatkar Ekrem El-Mela belav kir

Sekretêrê PDK-Sê spasnameyek derbarê şîna xebatkar Ekrem El-Mela belav kir

Dec 24 2019

ARK NEWS .. Sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, spasnameyek derbarê şîna xebatkar û endamê Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya PDK-Sê Ekrem Elmela belav kir .

Di spasnameyekê de Siûd Elmela Sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya got, ku piştî bidawîhatina merasîmên şîna endamê Desteya Rawêjkariyê ya partiya me û endamê Nivîsgeha Ragihandina Navendî xebatkar Ekrem Elmela em spasiya her kes û aliyê beşdarî di şîna me de bi amadebûnê ji Şamê ta Qamişlo ta Dirbêsiyê yan jî di rêya telîfon û birûsik û malperên civakî re kirî dikin .

Herwiha Sekretêrê PDK-Sê bi wê boneyê spasiyeke gerim arasteyî hemî nûnerên partiyên siyasî yên dost û hevalên PDK-Sê û nûnerên civakî rewşenbîrî, olî, hoz , jin , ciwan û saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafê mirovan kir, û hêvî kir êşên wisa bi ser kesî de neyên.

457