QSDê red dike zarokekî 16 salî vegerîne: Nexweş e û tendirustiya wî ne baş e

QSDê red dike zarokekî 16 salî vegerîne: Nexweş e û tendirustiya wî ne baş e

Apr 29 2023

ARK NEWS... Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD zarokeke din vê carê ji bajarê Reqayê revand bo leşkeriya neçar bir.

Jêderan îro 29ê Nîsana 2023yan dane zanîn ku Casim Hisên Zahir yê 16 salî ji taxa Seyf Eldewle li bajarê Reqayê hatiye revandin.

Li gorî agahiyên ber destê ARKê ketine ku zarok nexweş e
û rewşa wî ya tendirustî ne baş e.

Tevî hewlên malbatê bo zanîna çarenivîsa wî û bangên vegerandinê lê Hêzên Sûriya Demoqratîk red kirine wî vegerînin.

Zarok ji beriya mehekê ve hatiye revandin ta niha cihê wî ne diyar e.

Ş.E

231