Serok Barzanî: Hest bi berpirsyariyê bikin û çekan bi kar neyînin

Serok Barzanî: Hest bi berpirsyariyê bikin û çekan bi kar neyînin

Aug 30 2022

ARK NEWS... Derbarê rewşa dawiyê ya Iraqê serok Mesûd Barzanî nameyek belav kir, tê de bang li her aliyekê kir ku hest bi berpirsiyaretiyê bikin û çekan bi kar neyînin. Nameya serok weha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê. Ez hêvîdar im hemû alî hest bi berpirsyariyê bikin û bi xwe de biçin û ji bo yekalîkirina nakokiyên xwe çek û tundûtûjiyê bi kar neynin.

Ez hêvîdar im, bîr li wan çareseriyan bikin ku xêr û berjewendiya gel û welat tê de be.

Mesûd Barzanî
29ê Tebaxa 2022yan

403