8 sal in ciwanekî Dêrikê windayî ye û bê çarenivîs e

8 sal in ciwanekî Dêrikê windayî ye û bê çarenivîs e

Apr 22 2020

ARK NEWS... Ciwanekî kurd li ser rêya Şama paytext li deverên dibin kontrola rêjîma Sûriyê di wenda bû, û ji 8 salan ve bê çarenivîs e.

Ciwanê bi navê Lawîn Ehmed Hacî temen 35 salî û xelkê bajarê Dêrkê ye, di sala 2012 an de dema ku berê xwe dabû Şama paytexta Sûriyê ta ku belgehên derçûnê ji zanîngeha Şamê werbigrê, ji wê demê ve û ta niha winda ye û carenivîsa wî ne diyare.

Rêxistina Dengê Girtiyan daxuyaniyek belav kir, û tê de daxwaz ji rêjîma Sûriyê kir ku çarenivîsa xortê Kurd diyar bike.

Herwiha daxwaza alîkariyê ji hemî rêxistinên mafê mirovan kir, ku çarenivîsa xortê windayî Lawîn Ehmed Hacî were diyar kirin.

514