Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Hewlêrê  bi tundî şermezar kir

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir

Jan 16 2024

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa Îranê li ser Hewlêrê de belav kir û tê de ragihand, "Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin."

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Roja 15-16ê Çileya 2024an demjimêr 23:30ê Supaya Pasdarên Îranê bi çend mûşekên balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê bombebaran kirin"

Diyar kir jî, "Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e."

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: "Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên opozîsyona Îranê bûye. Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina li ser Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî."

Tekez kir jî, "Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin"

221